PeyamaKurd- Hat ragihandin ku di bomberanan Îranê de 2 pêşmerge şehîd bûne û daristan û dexla herêmê jî gelekî zerar dîtiye.
Navenda PDK-Îyê di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Artêşa Îranê duh li ser tixûbê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê li herêma Sîdekan û Hacî Omeran ya girêdayî Hewlêrê 8 gund dane ber topan. Li herêmê daristan û dexla gundiyan ji ber topbaranê têne şewitandin. Di encama topbaranê de 2 pêşmergeyên PDK-Îyê jî hatin şehîdkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin