Li Myanmarê 4 lesker hatin kustin

Li Myanmarê 4 lesker hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Mynamarê piştî leşker bi derbeyekî hat ser desthilatiyê, xwepêşandan ranawestin. Li gor malpera terefê hukumeta Myanmarê ya bi navê The Irrawaddyê duhî li eyaleta Sagaingê li bajarê Tamûyê leşker bi fişekên rast bera xelkê dan û li ser êrîşên leşkerî xelkê êrîşê leşkeran kir.

Teqmeniyeka bi destî hatibû çêkirin, ji aliyê xwepêşandêran de hat avêtin bo nav alavekî leşkerî û 4 leşker tê de mirin.

Piştî bûyerê çend sîvîl di pevçûna navbera her dû terefan de birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin