Hindistanê satelayt sand Rojê

Hindistanê satelayt sand Rojê

PeyamaKurd – Hindistanê peyka Aditya-L1 bi serketî avêt fezayê ku armanca wê lêkolîna Rojê ye.

Navenda Lêkolînên Fezayê ya Hindistanê (ISRO) ragihand, peyka ku tê plankirin li xala L-1 Lagrange ya di navbera Roj û Cîhanê de bê danîn, ji bo çavdêriya tebeqeya herî derve ya Rojê û bayên rojê bi awayekî serkeftî hatiye şandin.

Peyama Aditya ji kozmodroma Sriharikota ya li eyaleta Andhra Pradesh saet 11:50 danê sibê bi dema herêmî hat avêtin.

Proje wê yekem mîsyona çavdêriya rojê ya ISRO be ku navenda wê li Bengaluru ye.

Dema ku budçeya ji bo projeyê hatiye veqetandin wek 46 milyon dolar hat diyarkirin, ISROyê derbarê lêçûnan de daxuyanî neda.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin