PeyamaKurd - Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Feyeq Husên bi nivîseke fermî endamên parlamanê vexwendin, ku roja yekşema hefteya were di civîna asayî ya parlamentoyê de amade bin.
Vexwendina seroka parlamentoyê bo parlamenteran wiha ye:
Vexwendin bo hemû endamên birêz ên Parlamentoya Kurdistanê
Piştî hukmê xale sêyem a madeya 18ê ya peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistan – Iraqê, me biryar daye ku hemû endamên birêz ên parlamentoyê vexwînin bo rûniştina hejmara 13 ya asayî sala yekem di dema helbijartina pêncem a Parlamentoya Kurdistan – Iraqê û demjimêr 11:00ê roja 12.01.2020ê yekşemê dê pêkbê, tîka dikim di dema hatî diyar kirin de amade bin.
Li gel rêz
Dr. Rêwaz Fayeq Husên
Seroka Parlamentoya Kurdistanê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin