Pompeo, êrîsa ser Aramcoyê ‘sebeba ser’ ragihand

Pompeo, êrîsa ser Aramcoyê ‘sebeba ser’ ragihand

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, dema bi balafirê diçû payîtexta Erebistanê Riyadê, di balafirê de, di mijara êrîşên ser tesîsên Aramcoyê de bo çapemeniyê weha got:

“Yên ketin ber êrîşê Saûdî bûn, êrîş bo ser axa wan hat kirin. Ev, raste rast wan kir hedefê û sedema şerekî bû.”

Pompeo bi vê axaftina xwe car din Îranê berpirsê êrîşa ser Saudi Aramcoyê nîşan da û êrîşê ‘sedema şer’ da nasîn. Pompeo bi sedema ku di êrîşan de kes nemiribû, kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku dê mijar, di hefteya pêşiya me de, dê di civîna Neteweyên Hevgirtî de, li serê biaxifin û wê ji aliyê Erebistanê de were rojevê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin