Talîmat hat dayîn! Îsraîl wê leskerên xwe bisîne!

Talîmat hat dayîn! Îsraîl wê leskerên xwe bisîne!

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ji ber zêdebûna alozî û êrîşan di demên dawî de yekîneyên leşkerî dişîne Tel Avîvê da ku ewlehiyê pêk bîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê de ya do de hat destnîşankirin, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant îro danê êvarê bi rayedarên ewlehiyê re rewş nirxand.

Hat diyarkirin, Gallant piştî hevdîtinê telîmat da ajansa parastinê ku bi yekîneyên leşkerî piştgiriyê bide polîsên Îsraîlê.

Ji aliyê din ve, çapemeniya Îsraîlê ragihand ku piştî êrîşên li dijî Îsraîlê yên di demên dawî de zêde bûne, wê yekîneyên artêşê li Telavîvê bi cih bibin.

Gallant do biryar dabû ku tetbîqata girtina hin kolan û xalên derbasbûnê yên li Şerîeya Rojava û deriyên sînor ên li Gazzeyê ji ber sedemên ewlehiyê heta dawiya Cejna Derbasbûnê (12ê Nîsanê) bê dirêjkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin