PeyamaKurd - Li Farqînê di çarçoveya operasyona leşkerî de, li gelek gundan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Leşker bi rêya parêzeran qedexe ragihand û ketin gundan.
Li Farqîn a Amedê, li gelek gundan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Bêyî Walîtiya Amedê û Qeymeqamtiya Farqînê der barê qedexeyê de daxuyaniyekê bidin, leşkeran gazî keyayên gundan kirin û bi rêya keyayan qedexe ragihandin.
Li gorî zanyariyên berdest; leşkeran ji keyayan xwestiye li gundan bi anonsê qedexeyê ragihînin. Piştî qedexe hat ragihandin leşker ketin gundan û operasyon dan destpêkirin.
Navê gundên qedexeya derketina derve li wan hatiye ragihandin ev in: Korît, Qewşan, Hacîca, Garisî, Weysikanê Jorîn, Weysikanê Jêrîn, Fêra, Girkinyat, Avanek û Siloq.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin