PeyamaKurd- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO bi sedema vîrûsa ku li Çînê derket ortê û niha li dinyayê belav dibe, li ser mijarê biryara civîneka lezgîn da û weha got:
“Koronavîrus li 15 welatan belav bû. Divê temamê dinyayê di alarmê de bisekine.”
Civîna WHO yê wê sibê bibe. Rêvebirê rêxistinê ya WHO yê Tedros Adhanom Ghebreyesus, bê vîrusa navborî çendîn tehdîdeka kureyiye, bo nirxandina wê dê komîta halê lezgîn bicive. Rêvebir di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandina xwe kir û got bi sedema potansiyela belavbûna vîrusê heye, min bang li komîtê kir da bicive.
Li Çînê ji ber vîrusê jimara miriyan niha gihaye 132 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin