HUDA PAR: Divê nexweşxaneyên tenê jin dixebitin bên vekirin

HUDA PAR: Divê nexweşxaneyên tenê jin dixebitin bên vekirin

PeyamaKurd - Seroka ji malbatan berpirsiyan a Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Aynur Sulun, bi sedema ku jin di warê tenduristiyê de hêsantir xizmetê wergirin, banga avakirina nexweşxaneyên taybet kir ku hemû xebatkarên wan jin bin.

Aynur Sulun got ku gelek jin ji ber sedemên "mehremiyetê" naxwazin biçin nexweşxaneyan an jî tedawiya xwe bi paş dixin û diyar kir, ev rewş dibe sedema girantirbûna nexweşiyan û carinan encamên ku tedawiya wan nîn e bi xwe re tîne.

 Sulun da zanîn, rûbirûbûna bi bijîşkên mêr re dibe sedema şerm û dilgiraniyê, ev yek jî bandoreke neyînî li derûniya jinan û pêvajoya başbûnê dike, heta gelek jin ji ber vê yekê tedawiya xwe nîvco dihêlin.

Sulun daxwaz kir ku nexweşxaneyên nexweşiyên jinan û jidayîkbûnê werin avakirin ku ji bijîşkan heta karmendan hemû jin bin.