PeyamaKurd - Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin di paneleke li Enqereyê de derbarê pêvajoya çareseriyê, çekdanîna PKKyê û rewşa Kurdan de daxuyaniyên girîng dan û got: "Pirsgirêk tenê bi çekdanînê çareser nabe, divê ji bo PKKyê yasayên nû bên derxistin."
Îbrahîm Kalin ku li Enqereyê beşdarî konferansa “Lêgerîna Peymaneke Nû ya Civakî ya Herêmî li Rojhilata Navîn” a Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) bû, pirsên akademîsyen û rojnamegeran bersivandin.
Kalin diyar kir ku di koka pirsgirêka Kurdan de hesta cudakarî û paşguhkirinê heye û ji bo çareseriyê divê pêvajo li ser "du lingan" bimeşe; yek çekdanîn e û yê din ham pêngavên demokratîkbûn û reforman e.
Kalin da zanîn ku piştî qonaxên çekdanînê û erêkirina Encumena Asayîşa Niştimanî (MGK), ew plan dikin ku ji bo endamên PKKyê yasayên nû derxînin.