PeyamaKurd – Şêwirmendê serokkomariya Sûriyê Mazlum Abdî li ser kuştina şervanekî Kurd yê berê û çalakiyên ku li ser rûdanê tên kirin çû Kobaniyê. Abdi dixwaze ji pirsgirêkan re çareseriyê bibîne.
Li ser zêdebûna çalakiyan gelek hêzên asayîşê çûne Kobaniyê û derketina derve hatiye qedexekirin.
Li Kobaniyê di 10ê Êlûnê de şervanekî berê yê HSDê ku tevlî artêşê bûbû yê bi navê Sipan Huznî ji aliyê kesên nasnama wan nediyar de hatibû kuştin û serê wî jêkiribûn.
Piştî cenazê wî teslîmî malbatê kirin vê carê li Kobanî û Qamişloyê çalaki destpêkirin û rûdanê protesto kirin. Hêzên asayîşê xwestin çalakvanan belav bikin lê ev jî bû sedema pevçûn û şer.
Do bi şev seet di 02.00an de li Kobaniyê xortên ku xistibûn bin çav, xwestin wan bibin Helebê lê girtî serî hildan. Li ser biryarê girtiyekî agir bera doşeka singer da û agir bi zîndanê ket. Niha piraniya zîndanê bûye ku nayê bikaranîn.
Di çalakiyên li Kobaniyê de û di zîndana Kobaniyê de 9 kes can dabûn û 17 kes birîndar bûbûn.