Mazlum Abdi li Kobaniyê: Wê 300 esîrên hevalên me bên berdan

Mazlum Abdi li Kobaniyê: Wê 300 esîrên hevalên me bên berdan

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdi cara ewilî çû Kobaniyê ku ji serê salê heya niha Kobanî di bin dorpêça hêzên Şamê de bû.

Seredan bi navbeynkariya DYAyê ya li gor peymanê, ji bo şerê di navbera her dû terefan de bidin rawestin hat kirin. Mazlum Abdi her weha tevlî merasima cenazên HSDê bû ku di şerê bi hêzên Şamê re jiyana xwe ji dest dabûn.

Di merasimê de cîgirê wezîrê bergiriya Sûriyê Sipan Hemo û berpirsa têkiliyên derve ya Rojavayê Kurdistanê İlham Ahmed hene. Di merasimê de Mazlum Abdi axifî û got:

“Me nikaribû cenazên şehîdên xwe zûtir bînin. Ji ber wê, em ji şehîdên xwe lêborînê dixwazin. Hinek hevalên me hêj di destê hukumeta Sûriyê de esîr in. Me karibû hinekan bînin û hinek jî wan di destê wan de dîl in. Wê 300 hevalên me serbest berdin. Ez bi hêvî me ku em Newrozê bi hevre pîroz bikin.”

Ji malbatên girtiya ji me re hinek rexne hene, em rexneyên wan dizanin û em soz didin ji bo berdana wan em ê bixebitin.”

Di hefta borî de li beranberê serbest berdana 100 Erebên di destê HSDê de Şamê jî 100 esîrên Kurda serbest berdabûn.