Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Mazlum Abdi qebûl kir

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Mazlum Abdi qebûl kir

PeyamaKurd – Li gor ragihandina baregeha serok Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê serok Barzanî şêwirmendê serokkomarê Sûriyê Malum Abdi qebûl kir.

Di hevdîtinê de pêşdeçûnên siyasî yên li Sûriyê û herêmê û li ser ewlehiyê bi detay axifîne. Di hevdîtinê de çareseriyên li Sûriyê û mafên Kurdan yê destûrî yên li Sûriyê mijarên wan bûn e. Di daxwuyaniya baregehê de weha hat gotin:

“ Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya dawî ya li Sûriyê û herêmê dan û sitendina ramanî kirin. Dahatûya Kurdên li Sûriyê, seyra pêvajoya diyalogê, çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û li ser bidestxistina îstîqrarê ya di rêya dîplomatîk de axifîn.”