PeyamaKurd – Li Ankara li Kolana Anadolu di kuça 500.em de, di daîra apartmanekî de kesekî 3 hevalên xwe kuşt û paşî xwe kuşt. Kujer ragihandiye ku hevalên wî ew hînî maddên hişbir kirine.
Her 4 hevalên hev yên bi navên Mehmet Emre Çalı (28), birayê wî yê mezin Emre Çalı (29), Mehmet Büyükırmak (35) û Kadir Çiçek (30) dema maddên hişbir bikartanîn, di navbera wan de munaqeşe dertê. Demekî bi şûnde hevalekî wan yê dinê diçe malê û dibîne ku li malê her sê hevalên wî li erdê bê tevger vezelandîne.
Xeberê dide polîs û tîmên tenduristiyê û dema tîm diçin malê, li ser cenazan kontrolê dikin û dibînin ku 3 kes ji wan mirine. Cenazan ji bo otopsiyê dibin morga tiba edlî.
Hevalê wan yê 4an ji malê direve û xwe vedişêre. Paşî car din dadgere mala ku bûyer lê qewimiye lê polîs dide pey wî û ew xwe vedişêre. Polîs, di apartmanekî de wî asê dike û ji bo teslîm bibe bang lê dikin.
Lê kadir Çiçek teslîm nabe û gule barî serê xwe dide. Xwe jî dikuje.
Lê berya xwe bikuje, dema polîs banga teslîmbûna wî dikin, Çiçek ji polîsan re weha dibêje:
“Min 3 kesan kuşt. Min hînî maddên hişbir kirin. Ez nikarim heya bi heya di zîndanê de bimînim.”