PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Kastamonu li navça Taşköprü li gundê Akdeğirmenê di navbera du terefan de munaqeşe derket û paşî kesekî bi çekê 4 kesan kuşt.
Li gundê navborî İlhan K. û kurên wî Sefa K, Ali K. û birayê wî Halit K. bi Ç.A. re munaqeşe kirin. Ç.A. bi demançê li her 4 kesan xist. Di lêdana bi çekê re, her 4 kesên navborî can dan.
Piştî rûdanê cendirmeyan Ç.A. girtin. Piştî lêkolîna dozger cenazeyan birin morgê û cendirmeyan li gund tedbîrên tund sitendin.