Li Amedê kesekî birayê xwe kuşt

Li Amedê kesekî birayê xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Çinarê li taxa Yeni Mahalle, di navbera du birayan de munaqeşe çêbû û paşî bira bi kêrê li hev xistin. Di lêdanê de Mehmet Azboy (27) giran birîndar bû. Rûdan do ber destê êvarê qewimî.

Sedema munaqeşa wan nehat zanîn lê li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê. Birîndar Mehmet Azboy birin nexweşxana lêkolînê û perwerdê ya Diyarbekirê lê li nexweşxanê can da. Ji bo otopsiyê cenaze birin morga nexweşxanê.

Polîs ji bo birayê ku kujere bigre, dest bi xebata lêgerîna wî kir.