Li Polonya kesekî êrîşî ser manastirê kir: 1 kuştî û 4 birîndar hene

Li Polonya kesekî êrîşî ser manastirê kir: 1 kuştî û 4 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Polonya li bajarê Jaroslawê kesekî bi kêrê êrîşî ser manastira bi navê Benedikten kir, di encamê de 4 zilam û jinekî birîndar bûn.

Piştî birîndaran birin nexweşxanê, kesekî li nexweşxanê can da. Rewşa 2 birîndaran girane. Piştî êrîşê polîs êrîşkerê 31 salî xist bin çav.

Êrîş seet di 09.30an de li devera Podkarpackie li bajarê Jaroslawê qewimî. Kesê êrîşker ji Ûkraynayê ye. Berdevka rêvebiriya asayîşa navça Jaroslawê Anna Dlugosz ragihand ku yek ji birîndaran li nexweşxanê miriye.

Sedema êrîşê nehat zanîn lê hêzên asayişê dixebitin da sedema êrîşê tesbît bikin.