Li Marmaray a Îstenbolê kesekî xwe kuşt

Li Marmaray a Îstenbolê kesekî xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li istasyona Florya Akvaryumê seet di 14.40an de kesekî xwe avêt nav hesinê Marmarayê û xwe kuşt.

Navê kesê xwe kuşt nehat zanîn lê ji ber xwekuştinê seferên trênan heya seet 16.30an rawestiyan.

Xwekuştin li ser xeta xizmetê ya Halkalı-Gebze de ya trênê çêbû. Li ser xwekuştina mirovî hêzên ewlehiyê û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û cesedi ji ciyê bûyerê derxistin.