Hevpeymaniya Navdewletî nûçeya Dêrezorê red kir

Hevpeymaniya Navdewletî nûçeya Dêrezorê red kir

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li ser nûçeyên ku di encama bombardimanên balafirên cengî de, li bajaroka Hecîn a Dêrezorê sivîl hatine kuştin red kir.

Hevpeymaniya Navdewletî bi daxuyaniyekê ragihand, “Gelek jêderan dane xuyakirin ku, Hevpeymaniya Navdewletî li bajarokê Hecîn êrîşî sivîlan kiriye, lê ew yek ne rast e û Hevpeymaniya Navdewletî armancên xwe dişopîne û ew navçeya me êrîşî wê kir, di bin destê çekdarên DAIŞê de bû û kesên ketine ber êrîşan çekdarên DAIŞê bûn.”

Hevpeymaniyê daxuyakirin, 10 êrîşên ezmanî li heman navçeyê hatine kirin bêyî ku aliyên ew êrîş kirine hevrêziyê bi hevpeymaniyê re bikin.

Hevpeymaniyê daxwaz ji hemû aliyan kir ku bêyî kordînasyona bi hêzên hevpeyamanan re, ti êrîşan nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin