Encamên 15 kompaniyan: Kîjan namzed li pês e?

Encamên 15 kompaniyan: Kîjan namzed li pês e?

PeyamaKurd- Me di 15 rapirsiyên ku di meha nîsanê de li ser hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê hatine kirin de encam tomar kirin.

Di rojên dawî yên ku ber bi hilbijartinên Giştî yên Serokomarî û Parlamenteriya Tirkiyeyê ve diçin de kompaniyên rapirsiyê jî lêkolînên xwe yên li ser van hilbijartina ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin de zede kirin.

Di lêkolînên 15 kompaniyên rapirsiyê de piştî ku bêbiryar hatin belavkirin, namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu; li gorî encama tomarkirî ya 15 rapirsiyan, ji % 47,6ê dengan girtine.

Li gorî heman encamên tomarkirî, rêjeya dengê namzedê Tifaqa Cûmhûr Recep Tayip Erdogan ji % 45, Serokê Partiya Memleket Muharem Înce ji % 5,1, namzedê Tifaqa ATAyê Sinan Ogan jî ji % 2,4ê dengan girtine.

Ji 15 rapirsiyan, 12 jê Kiliçdaroglu nîşan didin

Encamên lêkolînên ku di meha nîsanê de ji aliyê kompaniyan ve hatine kirin berdewam dikin. Namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, ji 15 kompaniyan, di 12 kompaniyan de li pêş xuya dike û di 3 kompaniyên rapirsiyê yên Optimar, SONAR û HBSê de jî namzede Tifaqa Cûmhûrê, Erdogan li pêş e.

Gelemperiya rapirsiyan, gera duyem destnîşan dikin

Piştî belavkirina kesên bêbiryar, bêbersiv û kesên ku gotibûn ew ê li gorî rêjeyekê dengên xwe nedin, her 15 kompanî nîşan didin ku hilbijartin dê derbasî gera duyemîn bibin.

Kompaniyên ku encamên wan hatine tomarkirin, ev in:

15 kompaniyên rapirsiyê ku di nav hesabên navîn de cih digirin, kompaniyên Metropoll, Gezici, ORC, ALF, Optimar, SONAR, MAK; Aksoy, AR-G, Yoneylem, PIAR, Area, ArtıBir, HBS û TEAM in.

Tevî ku kompaniya GENARê encam eşkere kir jî ji ber ku kompanî tenê encamên muhtemel ên gera duyem a hilbijartinê eşkere kir, di lîsteyê de cih negirt.

Dema ku hin kompaniyan di meha nîsanê de encamên 2 rapirsiyan ragihandin, rapirsiyên herî dawî wekî bingeh hatin girtin. 

Encamên hin kompaniyan her çiqas di çapemeniyê de cih girtin jî ji ber ku van kompaniyan di hesabên xwe de parve nekirin, di hesaban de cih negirtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin