Rêveberê Rojava: Serê vê carê ne wek yê Efrînê ye, wê bi salan bidome

Rêveberê Rojava: Serê vê carê ne wek yê Efrînê ye, wê bi salan bidome

PeyamaKurd - Berdevkê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Luqman Ehme li ser êrîşa çaverêkirî ya Tirkiyê bi ser Rojhilatê Firatê de ragihand: “Eger li Rojhilatê Firatê şer derkeve, dê şerekî demdirêj be û bi salan berdewam bike.”

HSDê jî piştî ku Amerîkayê destûra êrîşa ser Rojhilatê Firatê (Rojavayê Kurdistanê) da Tirkiyê ji bo her cure êrîşênTirkiyê hişyarî da û ragihand, êrîşa Tirkiyê dê aramiya herêmê têk bibe û ew ê jî berevaniyê bikin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Luqman Ehmê piştî daxuyaniyên Koşka Spî û Tirkiyê yên derbarê destpêkirina êrîşa Tirkiyê bo ser herêma wan de, ji medya Kurdistanê re got, eger li Rojhilatê Firatê şer derkeve, dê şerekî demdirêj be û bi salan dom bike.

Luqman Ehmê destnîşan kir, “Şerê vê carê bi ti awayî weke şerê Efrînê nabe, ku piştî du mehan agirê vê vemire.”

Ehme li ser helwesta alî û partiyên Kurdistanî jî diyar kir, “Heta niha helwesteke giştî û yekdeng a aliyên partiyên Kurdistanî derbarê vekişîna Amerîkayê û egera êrîşa Tirkiyê nîne, lê belê hewlek bo yekdengiyê heye, ji bo ku rêgirî li her egerekê bê kirin, ku zirarê bigihîne Rojavayê Kurdistanê.”

Berdevkê Rêveberiya Xweser bibîr xist ku, ji bilî berevanîkirinê ti bijardeyeke din li pêşiya wan nîne û got: “Emê jî hemû hewla xwe bidin, daku zirar negihe navçeyên sînorê desthilata me.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin