PeyamaKurd – Koma hackeran a herî mezin li cîhanê Anonymousê piştî hackirina malpera Banka Navendî ya Îranê malpera fermî ya Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney jî hac kir.
Anonymous ji bo piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî (Mahsa Amini) hackirina malperên saziyên dewleta Îranê berdewam dike.
Koma Anonymousê herî dawî malpera fermî ya Elî Xamaney hac kir û xist destê xwe.
Anonymousê li dijî rejîma Îranê şer ragihandiye û li hember êrîşên hêzên Îranê yên berdewam li ser xwepêşanderan heta niha 300 kamerayên çavdêriyê yên rejîmê jî hack kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin