PeyamaKurd - Encûmena Xwendina Bilind a Sûriyeyê bi biryareke fermî ragihand ku Zanîngeha Kobaniyê bi hemû fakulte û peymangehên xwe ve bi Zanîngeha Helebê ve hat girêdan û herdu zanîngeh bûne yek.
Li gorî biryarê, bawernameyên xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê wekheviya wan ligel zanîngehên dewletê yên Sûriyeyê jî hatin pejirandin.
Biryara Encûmena Xwendina Bilind a Sûriyeyê ji hejmarek xalên bingehîn ên girêdayî xwendekar, mamoste û karmendan pêk tê: Di xala yekem de hemû fakulteyên Zanîngeha Kobaniyê wek beşên ser bi Zanîngeha Helebê ve hatin qebûlkirin, ji wan:
- Fakulteya Zanistên Bijîşkî yên Sepandî (Taqîkxaneyên bijîşkî, peresterî û hewara lezgîn)
- Endezyariya Çandiniyê û Endezyariya Şaristanî
- Wêje (Zimanê Erebî, Kurdî û Îngilîzî)
- Zanistên Civakî (Civaknasî, Felsefe, Jineolojî, Dîrok û Erdnîgarî)
- Perwerde (Mamostetiya polê û Baxçeyê zarokan)
- Zanistên Xwezayî (Fîzîk, Kîmya, Biyolojî û Matematîk) ligel Fakulteya Mafnasî/Hiqûqê.
Ji bo sala xwendinê ya 2026–2027an, tomarkirina xwendekarên nû, tenê di fakulteyên Perwerde, Wêje û Zanistan de dê berdewam bike. Di beşên din de tomarkirin bi awayekî demkî hatiye sekinandin, heta ku ji aliyê komîteya pispor a Encûmenê ve nirxandina derfet û kadroyên wan bê kirin.
Li gorî biryarê, bawernameyên ku ji aliyê fakulte û peymangehên Zanîngeha Kobaniyê ve hatine dayîn, hevtayê bawernameyên zanîngehên fermî yên dewletê tên hejmartin. Zanîngeha Helebê hat erkdarkirin ku piştî piştrastkirina rastbûna belgeyên xwendekaran (bawernameya amadeyî/lîseyê, bawernameya derçûnê, nîşanên qonaxan û danasîna dersan), van belgeyan bi fermî bipejirîne (tesdîq bike).
Herwiha derçûyên Zanîngeha Kobaniyê êdî xwedî maf in ku ji bo dewamkirina xwendina bilind (Master û Doktorayê) serlêdanê bikin.
Rewşa peymangehan û xwendekaran
- Peymangeh: Peymangehên girêdayî Zanîngeha Kobaniyê ketin bin serperiştiya Encûmena Bilind a Perwerdeya Teknîkî û derçûyên wan bi heman mafên derçûyên peymangehên dewletê tên hesibandin.
- Veguhastina xwendekaran: Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê li gorî hevsengkirina dersan derbasî Zanîngeha Helebê dibin. Xwendekar di heman sala ku lê mane de tên qebûlkirin û xercên perwerdeya paralel (hevtay) ya sala 2026–2027an didin.
Di biryarê de hat aşkerekirin ku karmendên îdarî, mamoste û kadrên teknîkî yên Zanîngeha Kobaniyê dê li gorî pîvanên Wezareta Xwendina Bilind bi girêbestê li Zanîngeha Helebê dest bi kar bikin. Ji bo vê yekê ji roja 1ê Mijdara 2026an ve sê meh dem hatiye dayîn ku pêwendiyê bi Zanîngeha Helebê bikin û qonaxa veguhastinê temam bikin.
Encûmena Xwendina Bilind serokatiya Zanîngeha Helebê erkdar kir ku çavdêriya pêkanîna hemû xalên vê biryarê bike.