Ji PDKê daxuyanî: YNKê rêkeftin binpê kir...

Ji PDKê daxuyanî: YNKê rêkeftin binpê kir...

PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser mijara beşdarnebûna YNKê di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û got, YNKê rêkeftin binpê kiriye.

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, li ser beşdarnebûna fraksîyona Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di civîna îro ya parlamenoya Kurdistanê de ku di encamê de Nêçîrvan barzanî weke serokê nû yê Kurdistanê hat hilbijartin, daxuyaniyeke nivîskî  belav kir.

Berdevkê PDKê got ku YNKê bi vê helwesta xwe rêkeftina di navbera herdu partiyan de binpê kir û sozên xwe neanîn cih.

Parlemantoya Kurdistanê di rûniştina taybet a îro de, Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart, lê parlamentarên YNKê ku rêkeftina wan bi PDKê re hebû beşdarî civînê nebûn.

Nêçirvan Barzanî bi 68 dengan wekî Serokê Nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin