‘Rêzdar Mesûd Barzanî di rêya Mele Mistefa Barzanî de 50 sal in têdikose’

‘Rêzdar Mesûd Barzanî di rêya Mele Mistefa Barzanî de 50 sal in têdikose’

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di merasîma sondxwarina serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de gotareke pîroziyê pêşkeş kir û got, “Rêzdar Mesûd Barzanî ev 50 sal in di rêya Mele Mistefa Barzanî de ji bo mafên gelê Kurd bêrawestan têdikoşe.”

Helbûsî Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û diyar kir ku hilbijartina cenabê wî bijardayeke baş e di proseya pêşveçûna têkiliyên Bexda û Hewlêrê de û got, “Ji bo di navbera Hewlêr-Bexdayê de ti pirsgirêk nemînin, piştgiriyê didim pêvajoya çareseriyê.”

Helbûsî herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê bihêz bûye û êdî hatiya asta reqabetî bi welatên pêşketî re bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin