Naveroka civîna di navbera Mesûd Barzanî û Elî Zeydî de hate eşkerekirin

Naveroka civîna di navbera Mesûd Barzanî û Elî Zeydî de hate eşkerekirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Elî Zeydî, serokwezîrê destnîşankirî yê ku ji bo avakirina hikûmetê li Iraqê hatiye erkdarkirin, tekezî li ser pêwîstiya lezandina avakirina hikûmetê kirin.

Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Elî Zeydî û şanda Çarçoveya Hemahengiyê kir.

Li gorî daxuyaniyek ji ofîsa Barzanî, di civînê de pêwîstiya lezandina avakirina hikûmeta federal di çarçoveya destûrê de hate nirxandin.

Serok Barzanî, pêşketinên dawî nirxand, tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên çaresernebûyî yên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di çarçoveya destûrê de kir.

Serok Barzanî diyar kir ku bicîhanîna destûrê çareseriya bingehîn e û bang li hemû aliyan kir ku pabendî wê bibin.

Elî Zeydî herwiha tekezî li ser pêwîstiya derbaskirina pirsgirêkên berê û vekirina rûpelek nû di têkiliyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir. Zeydî û şanda wî herwiha bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin ku vegere Bexdayê da ku beşdarî pêvajoya siyasî û avakirina hikûmetek federal bibe.