PeyamaKurd - Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed Şera û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Gel a Şamê civiyan.
Di civînê de ku berpirs û karsazên her du aliyan amade bûn, biryar hate girtin ku li ser bingeha berjewendiyên hevpar projeyên nû di qadên veguhestin, enerjî, av, banke, pîşesaziya xwarinê û binesaziya dijîtal de werin destpêkirin, herwiha hate destnîşankirin ku ev xebat dê bi piştgiriya welatên Kendavê jî berfireh bibe.
Sûriye wekî navenda rêyên bazirganiyê û alternatîfa Hurmizê
Li gorî medyaya Sûriyê Ehmed Şera diyar kir ku ew dixwazin di aboriyê de rûpeleke nû vekin û bal kişand ser cihê Sûriyeyê yê stratejîk ku wekî pirekê di navbera Derya Spî, Kendav û Îraqê de ye. Di çarçoveya plansaziyên jinûveavakirina bender û balafirgehan de, peymanên ku di gulanê de ligel şîrketên wekî TotalEnergies hatine îmzekirin dê rê li ber keşfkirina petrol û gazê vekin. Serokê Rêveber ê Total anî ziman ku Sûriye ji bo veguhestina petrola Îraqê ber bi Ewropayê ve, bi taybetî di dema qeyranên Tengava Hurmizê de, alternatîfeke pir girîng e.
Avakirina Komîteyên Aborî û Piştgiriya Fransayê
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ji bo jinûveavakirina welat ew ê komîteyên aborî yên hevkar ava bikin û derfetên mezin di destê Sûriyeyê de hene ku bi şîrketên Fransî re bixebite.
Macron destnîşan kir ku welatê wî dê her tim piştgiriya yekîtî û aramiya Sûriyeyê bike, her wekî ku berpirsên aborî yên hikûmeta demkî jî hêvî dikin ev pêngav di qadên pîşesazî, tenduristî û perwerdeyê de guhertineke erênî û bikêrhatî ji bo her du aliyan pêk bîne.