Erdoğan serokê Fransayê Macron dawetî civîna COP31ê kir

Erdoğan serokê Fransayê Macron dawetî civîna COP31ê kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re axifî. Di axaftinê de li ser têkiliyên bi Fransayê re, li ser pêşdeçûnên li herêmê û li ser hilbijartina sekreterê nû yê Neteweyên Yekgirtî axifîn.

Erdoğan, ji Macron re behsa pêdiviya reforma di Neteweyên Yekgirtî de kiriye û Macron dawetî zîrwa lîderên COP31ê ku dê li Tirkiyê bêkirin, kiriye.

Erdoğan behsa taybetmendiyên sekreterê nû yê NY kiriye ku divê yekî xwediyê taybetmendiyên çawa be. Erdoğan gotiye ku divê sekreterê nû yê NY karibe hevkariya navdewletî xwurt bike, karibe şiyanên NY derxe pêş û karibe NY bike ciyekî navendî yê piralî.

Erdoğan her weha Macron dawetî zîrwa COP31ê ya lîderan kir ku dê li Tirkiyê bibe.