Îran dixwaze dewleta Sûrîyê û kurd danûstendinên dîplomatîk bikin.

Îran dixwaze dewleta Sûrîyê û kurd danûstendinên dîplomatîk bikin.

PeyamaKurd -  Serokê Komisyona Ewlehîya Neteweyî û Sîyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê ragihand Haşmetullah Felahatpîşe aşkere kiriye ku Îran dixwaze dewleta Sûrîyê û kurd danûstendinên dîplomatîk bikin.

Ligor medya Îranê belav kiriye Serokê Komisyona Ewlehîya Neteweyî û Sîyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Hişmetullah Felahetpîşe gotiye Îran alîkarîya şêwirmendî di warên curbicur da bo Sûrîyê didomîne û ew alîkarî bê beranber in û tevî ku welatên curbicur bi Sûrîyê ra hevkarîyê dikin, hîç welatekî nekarîye dewsa alîkarîyên bê beranber ên Îranê bigire.

Felahatpîşe behsa mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyê jî kiriye û wiha gotiye: “Yek ji pirsgirêkên sereke yên Sûrîyê li herêma Bûkemalê ye ku amerîkî nahêlin rewşa wir zelal bibe, li başûra devera kurdnişîn li rojhilata Firatê jî eşîrên ereb niştecih in ku bi tu awayî naxwazin ku ji dewleta navendî ya Sûrîyê cida bibin û ew roj bi rojê jî nêzîktirî hev dibin.”

Felahetpîşe herwiha got ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên dewleta Sûrîyê jî devera Idlibê ye ku 100 hezar têrorîstên tundrew li wir in. Koma têrorîst a Al Nusrê û hin pirsgirêkên din jî li rex vê pirsgirêkê cih digirin lewma, li devera bakura rojavaya Sûrîyê ku sedî 10 heta sedî 15ê axa vî welatî digire ber xwe jî, pirsgirêkên ciddî hene

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin