HILBIJARTIN | Baldar bin! 10 sert û mercên dengdanê

HILBIJARTIN | Baldar bin! 10 sert û mercên dengdanê

PeyamaKurd – Tenê çend saet man ji dengdana hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê re. Proseya dengdanê 31ê Adarê saetên sibehê dest pê dike.

Me wek PeyamaKurd ji bo dengdêr li gor proseya fermî bêyî xetayan dengên xwe bidin û ji bo dengên wan neşewitin bi 10 xalan şert û mercên dengdanê berhev kir.

1 – SAETÊN DENGDANÊ JI BÎR NEKIN

Li 32 bajarên Tirkiyê ku hemû bajarên bakurê Kurdistanê jî tê de ne, proseya dengdanê li demjimêr 07:00ê sibehê dest pê dike û li saet 17:00an bidawî dibe.

Li bajarên din ên Tirkiyê jî li saet 08:00an dengdan destpê dike û li saet 17:00ê êvarê jî bidawî dibe.

2 – SAETA DENGDANÊ BIDAWÎ BIBE JÎ JI DORA DENGDANÊ DERNEKEVIN

Heger hûn dereng bimînin û bikevin dora sindoqên dengdanê jî ji dorê dernekevin û piştî serokê sindoqê dengên hatine dayîn jimartin ew jî dikarin bi dorê dengên xwe bidin.

3 – SINDOQA KU HÛN DENG DIDIN BIZANIN

Berî her tiştî divê dengêr hîn bibin ku kîjan sindoqê dengê xwe bi kar bînin. Yên ku nizanin dikarin ji ser malpera E-dewletê bi jimara T.Cya xwe cihê sindoqa xwe hîn bibin.

4 – BÊ NASNAME NEÇIN SER SINDOQÊ

Divê dengdêr dema biçin ser sindoqê teqez nasnameya xwe yan jî belgeyeke fermî ya bikeve şûna nasnameyê bi xwe re bibin.

5 – KAXETA AGAHDARIYA HILBIJÊRIYÊ NEBE JÎ DENGÊN XWE BIDIN

Belgeya hilbijêriyê ku ji bo malan tê şandin tunebe jî hûn dikarin dengê xwe bikar bînin. Hûn dikarin kaxeza hilbijêriyê ji ser malpera Desteya Bilind a Hilbijartinê YSKê jî bibînin.

6 – BI TELEFONA DESTAN NEKEVIN KABÎNA DENGDAN

Dema dengdanê bikaranîn û bixwere birina nav kabîna dengdanê ya hemû amûrên dijîtal qedexe ye. Piştî dengdanê hûn dikarin wan amûrên xwe yên telefon yan jî kamera ji karmendên sindoqan bistînin.

7 – PISÛLEYA DENGAN KONTROL BIKIN

Heger di pisûleyên dengan de îşaretên cuda yan jî çirandin hebe divê hûn baldar bin û wan ji karmendan re bêjin. Divê hûn mohrê tenê li ser cihê TERCÎH YAN jî EVET – belê deynin û ti îşareteke din li ser pisûleyê çênekin. Heke na dê dengê we hesab nebe. Herwiha ji xeynî pisûleyan tiştekî din nexin nav zerfê daku dengê we neşewite.

8 – HEMÛ PISÛLEYAN TÊXIN NAV YEK ZERFÊ

Dê hilbijêr dengê xwe ji bo "büyükşehir belediye başkanı-serokê şaredariya bajarê mezin", "şaredarê bajar - belediye başkanı", "endamê meclîsa şaredariyê - belediye meclis üyeliği", "endamê meclîsa giştî ya bajêr - il genel meclisi üyeliği" û "muxtarî û heyeta îxtiyaran - muhtarlık ve ihtiyar heyeti" bidin û hemû pisûleyan bixin nav yek zerfê.

9 – DI KABÎNA DENGDANÊ DE ZÊDE NEMÎNIN

Heta hilbijêrek ji kabînê dernekeve yekî din nikare deng bide, loma jî heke hinek zêde di kabînê de bimînin dê ji aliyê serokê sindoqê ve hişyarî bo wan bê dayîn.

10 – PIŞTÎ DENGDANÊ ÎMZEYA XWE JI BÎR NEKIN

Divê dengdêr piştî dengdanê teqez di lîsteya dengên sindoqê de navê xwe bibîne û îmze bike, heke na dê dengê wî bişewite.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin