Serok Barzanî: Em pabendê 3 prensîban in

Serok Barzanî: Em pabendê 3 prensîban in

PeyamaKurd – Serok Barzanî di hevdîtina li gel berpirsên PDKê yên li Bexdayê de diyar kir, ew pabendî pirensîpên şeraket û hevsengî û pêkvejiyanê ne.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê û berpirsên wê yên li Bexdayê civiya.

Di civînê de ku tê de piroseya siyasî û pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin, Endamê Polîtburoya PDKê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê û herwiha yasayên ku îsal li Parlamentoya Iraqê hatine gotûbêjkirin, yên weke petrol û gazê agahî dan.

Serok Barzanî eşkere kir, dozeke wan ya rewa heye û tekez li ser wê yekê kir ku li hemû qonaxên proseya siyasî de, pabendî pirensîpên şeraket û hevsengî û pêkvejiyanê ne.

Serok Barzanî da zanîn, pêwîst e berpirsên PDKê weke her carê bibin pasewanê statû û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, ji ber ku piştî xebateke dûr û dirêj hatine bidestxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin