Antalya | 3 xwendekarên Kurd rastî êrîsa komeke nîjadperest a Tirk hatin

Antalya | 3 xwendekarên Kurd rastî êrîsa komeke nîjadperest a Tirk hatin

PeyamaKurd Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê, 3 xwendekarên Kurd, rastî êrîşa komeke nîjadperest a Tirk hatin û di encamê de her sê xwendekar jî birîndar bûn.  

Li Zanîngeha Akdenîzê, komeke nijadperest a Tirk, ku derdora 30 kesan bûn, li nav kampusa zanîngehê êrîşî xwendekarên bi navê Botan Artuç, Feyzî Akan û Hatîce Tong kirin û ew birîndar kirin.

Botan Artuç û Feyzî Akan rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê û Hatîce Tong jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê.

Li gor zanyariyan, koma nijadperest ji sibehê ve gef li xwendekarên Kurd dixwarin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin