CENTCOMê daxuyanî da: Ji ser Iraqê 15 mosek avêtin baregeha Rimêlanê

CENTCOMê daxuyanî da: Ji ser Iraqê 15 mosek avêtin baregeha Rimêlanê

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, baregeheke wan a li Sûriyê rastî êrîşeke moşekî hatiye ku 15 moşek ji nav erda Iraqê hatine avêtin.

CENTCOMê li ser malpera xwe ya fermî da xuyakirin: “Roja 03.12.2023 piştî nîvro li demjimêr 14:15, bi 15 moşekên 122 mîlîmî ji ser Iraqê ve baregeha Rimêlan a Amerîka ya li Sûriyê hatiye moşekbaran kirin. Di nav hêzên me de ti ziyaneke canî çênebûye û ti amûreke baregehê neketiye ber êrîşê.”

CENTCOMê eşkere kir, hêzên wan cihê avêtina moşekan tespît kirine ku ji Iraqê ve ew moşek ji ser kamyoneke barhilgir hatine avêtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin