PeyamaKurd – Vê êvarê ji ser axa Iraqê fuzeyan avêtin ser baregeha li devera Xerab el-Jîrê ya li Rojhilatê Sûriyê. Li ser bûyerê, cîgirê wezîrê bergiriya Sûriyê Sîpan Hemo di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de avêtina fuzeyan şermezar kir.
Sîpna Hemo ragihand ku Iraq nikare axa xwe kontrol bike, ji ber nekontrolkirina axa Iraqê, êrîşan dikin ser axa Sûriyê, ewlehiya Sûriyê tehdîd dikin û ji ber ber li êrîşan nagirin, dê ji van êrîşan Iraq rast e rast berpirs be.
Hemo got ku di baregehê de xesara maddî çêbûye, xebatkarên leşkerî ti zerarê nedîne û got:
“Em bangî wan dikin yekser berpirsiyariyê bigrin ser xwe û car din êrîşên weha dubare nebin û ber li êrîşan bigrin.”