PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Rusyayê ve hat ragihandin ku li ser peymana dexil û dan a ku niha hatiye rawestandin, dê ji qada Rusyayê di demeke kin de bi rayedarên Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY)re hevdîtin bê kirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Andrey Rudenko, li ser mijara rawestandina peymana dexil û dan a ligel Ukraynayê, daxuyaniyek da. Andrey Rudenko da zanîn ku beriya Rusya li peymana dexil û dan vegere, divê hemû hûrgiliyên ku li Sivastopolê li dijî keştiyên Rus hatine kirin, werin hînbûn û da zanîn ku ew ê di demeke kin de bi rayedarên Tirkiye û NYê re hevdîtinekê bikin.
Rudenko di daxuyaniya xwe de bang li Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî kir û got,
“Beriya her tiştî, divê hûn hemû hûrgiliyên êrîşê hîn bibin. Ev rezîliya mayînde, hemû lihevkirinên ku berê li ser biryar hatine dayîn, binpê dike. Ji ber vê yekê jî piştî ku hemû hûrgilî hatin zelalkirin û hemû nîşane hatin diyarkirin, ewçax dê li ser gavên nû axaftin pêkan be.
Hûn dizanin ku Rusyayê bang li Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ev pirsgirêk lê were nirxandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin