PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Reutersê diyar kir, Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Liz Truss îro Çarşemê li Washingtonê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re dicive.
Li gor zanyariyan, Truss û Antony wê li ser piştgiriya Ukrayna û kêmkirina pêwendiyên enerjiyê yên bi Rûsya re biaxivin.
Truss eşkere kir, divê demokrasiyên azad li ser krîza bi Ukrayna re çêbûye ji nû ve bifikirin.
Herwiha wê destnîşan kir, ew ê ji bo çêkirina tifaqên aborî û ewlekarî yên hîn xurt, serdana Amerîka bike.
Truss wê bi Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan re jî bicive û bi endamên Kongresê re jî hevdîtinekê çêke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin