PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau û Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog, di pêwendiyeke telefonî de geşedanên dawî yên li ser şerê navbera Îsraîl û Hamasê gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Kanadayê, Trudeau û Herzog bi telefonê axivîn û Trudeau diyar kir ku wan di hevdîtinê de "mafê xweparastinê" yê Îsraîlê parastiye û got ku divê dîlgirtiyên ku di destên Hamasê de ne, demildest serbest bên berdan.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Kanadayê de hat ragihandin ku Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joly û Wezîrê Pêşketina Navneteweyî Ehmed Hussen vekirina Deriyê Sînor ê Refahê pêşwazî kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gihandina pêdiviyên bingehîn ji bo kesên hewcedar ji bo rizgarkirina jiyana mirovan xwedî girîngiyeke xeternak e û bang li aliyan hat kirin ku rê bidin gihandina alîkariyên mirovî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin