Li Yûnanîstanê kabîne hat guhertin! Hikûmetê 1 milyon deng wenda kir!

Li Yûnanîstanê kabîne hat guhertin! Hikûmetê 1 milyon deng wenda kir!

PeyamaKurd – Li Yûnanîstanê piştî ku di hilbijartinên 9ê Hezîranê yên Parlamentoya Ewropayê (PE) de Partiya Demokrasiya Nû (ND) ya desthilatdar nêzî 1 mîlyon deng wenda kir, kabîneya hikûmetê hate guhertin.

Endamên kabîneya nû yên li Yûnanîstanê beşdarî merasîma sondxwarinê ya li Kulliyeya Serokomariyê ya li paytext Atînayê bûn. Serokwezîrê Yûnanîstanê Kyriakos Mitsotakis û Seroka Yûnanîstanê Katerina Sakelaropulu jî beşdarî merasîmê bûn.

Berdevkê Hikûmeta Yûnanîstanê Pavlos Marînakîs di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gorî biryara Serokwezîr Kiryakos Mitsotakis di wezaretên Karên Navxweyî, Pêşketin, Koçberî û Penaberiyê, Xebat û Ewlehiya Civakî û Çandiniyê de guhertin hatine kirin.

Bi guhertina kabîneyê re, Wezîrê Koç û Penaberiyê Dîmîtrîs Kerîdîs, Nikos Panayotopoulos hate guhertin. Thodoris Livanios ê ku wekî Alîkarê Wezîr bû ji bo Wezareta Karên Hundir, Niki Kerameos jî bû Wezîra Kar û Ewlehiya Civakî ya nû. Li şûna Kosta Streka li Wezareta Pêşketinê Takis Theodorikakos hat tayînkirin. Ji bo Wezîrê Çandiniyê Kostas Çiaras hat tayînkirin. Hate hînbûn ku konferans wê li Luksembûrgê di civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê ya di 25ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin