Nîmet Dawûd bû serokê nû yê ENKSê

Nîmet Dawûd bû serokê nû yê ENKSê

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) piştî civîna Desteya Serokatiya ENKSê ya roja 13ê Mijdarê serokê nû yê encûmenê eşkere kir.

Desteya Serokatiya ENKSê piştî civîna xwe ya asayî bi daxuyaniyekê ragihand, kar û erkên nû li ser endaman hatine belav kirin û 3 endamên din li desteyê hatine zêde kirin.

Endamên Desteya Rêveberiya ENKSê yên nû wiha ne:

1- Mihemed Nîmet Dawûd, Serokê ENKSê

2- Silêman Oso, Cîgirê Serokê ENKSê

3- Feysel Yûsif, Berdevkê Fermî yê ENKSê.

4- Mihemed Îsmaîl, Nûnerê ENKSê di serokatiya Bereya Aştî û Azadiyê de

5- Fesla Yûsif, Sekreter

6- Zehra Ehmed, endam

7- Ebdulbarî Xelef, endam

8- Serhan Îsa, endam

Hate diyarikirin ku Desteya Serokatiyê ev biryar ji bo xebata ENKSê bileztir û çalaktir bibe, bi awayekî ku xizmeta armancên ku ji bo têdikoşe bike, dane.

ENKSê biryar dabû ku roja 14ê Mijdara 2022an 4emîn kongreya ENKSê li hola Zana ya bajarê Qamişlo lidar bixe, lê hêzên asayişa Qamişlo rê nedabûn endamên ENKSê derbasî hola kongreyê bibin.

ENKSê piştî destûr nedanê ragihandibû, ji ber kiryarên hêzên asayişê û Rêveberiya Xweser wan nekariye kongreya xwe li dar bixin, lê ew dihesibînin ku kongreya wan hatiye lidarxistin û piştre jî ENKSê karên kongreyê temam kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin