Wê Fînlanda pistgiriya Pêsmerge berdewam bike

Wê Fînlanda pistgiriya Pêsmerge berdewam bike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto di civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ragihand, Finlanda amade ye li ser alîkariya Pêşmerge berdewam bibe.

Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Haavisto ku bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re doh 23yê Tîrmehê civiya ragihand ku welatê wî amade ye piştgiriya hêzên Pêşmerge di çarçoveya têkoşîna dijî DAIŞê ya digel Hevpeymaniya Navdewletî berdewam bike.

Haavisto herwiha diyar kir, ew dê veberhênerên Finlandê han bidin, ji bo ku veberhênanê li Iraqê û Herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bal kişand ser çaksaziyên îdarî û darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî di berfirehkirina jêderên dahatê û girîngîdana zêdetir bi kartên çandinî û pîşesaziyê.

Barzanî pêşwazî li pêngavên vekirina Konsûlxaneya Finlandayê li Hewlêrê û girîngîpêdana bi peywendiyên aborî û sûdwergirtina ji şareza û pisporên Finlandî kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin