PeyamaKurd- Rayedarekî payebilind ê tirk ji Reutersê re ragihand ku wan xwişka Serokê DAIŞê yê hat kuştin Ebûbekir el-Bexdadî li bakurê Sûriye girtiye.
Rayedarekî payebilind ê tirk ji Reutersê re ragihand, “Me xwişka Serokê DAIŞê Ebûbekir el-Bexdadî li bakurê Sûriye girt û ew bir navenda desteserkirinê.”
Ew rayedarê tirk dide zanîn ku ligel xwişka Bexdadî, mêrê wê û zacvayê wê jî hatine desteserkirin û lêpirsîna wan didome.
AP jî li ser zarê rayedarekî tirk dibêje xwişka Bexdadî hatiye girtin û ew “gencîneya îstixbaratê” ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin