PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşeke DAIŞê ya li gundewarê El Misreb a rojavayê Dêrazorê de, 2 milîsên Îranê hatin kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), DAIŞê êrîşî baregeheke leşkerî ya li nêzî çolistana El Misreb a li rojavayê Dêrazorê kir.
SOHRê eşkere kir, di êrîşê de 2 endamên ‘Lîwa El Quds’ a Îranê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin