Kiliçdaroglu û Aksener banga hilbijartinê kirin: Divê ji gel netirsin!

Kiliçdaroglu û Aksener banga hilbijartinê kirin: Divê ji gel netirsin!

PeyamaKurd – Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener îro 25ê Mijdarê serdana navenda Partiya Komarî ya Gel (CHP) kir û bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re civiya.

Piştî civînê herdu serokên IYIP û CHPê ku di Hevpeymana Milet de cî digirin ji bo Tirkiyê banga hilbijartinê li deshilatdariya AKP-MHPê kirin.

Akşener got, ew dixwazin hilbijartin bê kirin ji ber ku Tirkiye bi vî awayî nayê birêvekirin, hesab pirsîn, edalet, demokrasî û serdestiya hiqûqê nemaye.

Kemal Kiliçdaroglu jî got, “Pêwîste serî li hakemtiya gel bidin” û daxwaza hilbijartinê bi van gotinan anî ziman:

 “Maliyeta vê deshilatdariyê her roj li ser gel zêde dibe. Rastiyek e ku Tirkiye hem di nav xwe de hem jî li qada navdewletî ketiye nav aciziyeke cidî. Ji bo Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe, divê demokrasî û serdestiya hiqûqê bê sazkirin. Wê bêjin em nikarin Tirkiyê birêve bibin, pêwîste serî li hakemtiya gel bidin. Divê ji gel netirsin. Navnîşana esasî ya çareseriya hemû kêşeyan gel e. Di demorasiya de rêbaz ev e, heger pirsgirêk hebe divê ji bo çareseriyê serî li hakemtiya gel bê dayîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin