Li DYAê krîza hewayî: Trump banga nûjenkirina sîstemê kir

Li DYAê krîza hewayî: Trump banga nûjenkirina sîstemê kir

PeyamaKurd - Bandora arîşeya teknîkî ya ku roja Înê di sîstema kontrola trafîka hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de rû dabû, di dawiya hefteyê de jî dewam kir û li firokeyxaneyan qerebalixiyeke mezin çêbu.

Li gorî daneyên platforma FlightAware, tenê roja Yekşemê zêdetirî 8 hezar û 800 geşt hatin paşxistin û 2 hezar û 400 sefer jî hatin betalkirin.

Wezîrê Veguhastinê yê DYAê Sean Duffy ragihand ku ji ber belavbûna balafir û ekîban li herêmên cuda, vegera li rewşa asayî dikare heta roja Duşemê bikişîne.

Li gorî zanyariyên pêşîn, sedema arîşeyê guhertina binesaziya kabloyan û routerekî xelet ê li eyaleta Arkansasê bûye.

Piştî vê bûyerê, Serokê DYAê Donald Trump banga veqetandina çavkaniyên zêdetir ji bo nûjenkirina sîstema hewavaniyê li Kongreyê kir.