Trump banga tecrîda aborî ya ser Îranê kir

Trump banga tecrîda aborî ya ser Îranê kir

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di 81emîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axaftinek kir û bal kişand ser mijarên girîng ên cîhanî.

Trump di axaftina xwe de diyar kir ku ew aştîyê tînin û got, "Îranê mirin û kaos belav dikir, lê me bernameya wan a nukleerî xera kir."

Her wiha got ku ew di wê baweriyê de ne ku piştî hilbijartinên navberê yên meha Mijdarê dê bi Îranê re peymanek were girêdan û banga tecrîdkirina aborî ya Îranê kir.

Operasyonên Venezuelayê û helwesta li hemberî saziya dadê

Di axaftina xwe de Trump behsa şerê Xezeyê jî kir û da zanîn ku wan di vî warî de gavên mezin avêtine û gelek jiyan xilas kirine.

Trump spasiya welatên ku piştgiriya plana aştiyê û alîkariya mirovahî kirine kir û da xuyakirin ku armanca wî ew e ku hemû şerên demdirêj bi dawî bike.

Her wiha qala operasyona li dijî Venezuelayê û têkoşîna li dijî kartelên tiryakê kir û helwesta xwe ya li dijî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî eşkere kir û bang li wê saziyê kir ku dest ji erkên xwe berde.