Trump: Hêza Îranê ya leşkerî û aborî nemaye

Trump: Hêza Îranê ya leşkerî û aborî nemaye

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvînekê de ragihand ku hêza leşkerî û aborî ya Îranê nemaye û aboriya wan jî têk çûye ku enflasyon gihîştiye ji sedî 250.

Trump destnîşan kir ku bandora cezayan û krîza navxweyî Îran lawaz kiriye û got: "Hêza deryayî ya Îranê tune ye, hêza wan a asmanî tune ye û hejmareke pir kêm leşkerên wan hene.

Rêberiyeke wan a rast û dirust tune ye. Aboriya wan hildiweşe û rêjeya enflasyonê li wî welatî gihîştiye ji sedî 250yî."

Trump herwiha rojnameya The New York Timesê jî hedef girt û helwesta medyayê bi van gotinan rexne kir: "Paşê, heke hûn rûpela The New York Timesê bixwînin, hûn ê wisa bifikirin ku her tiştê wan bi rengekî fantastîk bi rê ve diçe; ev bi rastî tiştekî ecêb e."