Bakırhan ji bo Rûdawê behsa banga Abdullah Öcalan ya ji bo Îranê û Kurdan kir

Bakırhan ji bo Rûdawê behsa banga Abdullah Öcalan ya ji bo Îranê û Kurdan kir

PeyamaKurd – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan li ser pêvajoya aştiyê ku dewam dike, li ser pêngavên hûqûqî, nexşerêya dagera PKKyiyan, rola Abdullah Öcalan, bandora şerê Îranê ya li ser herêmê, rola Herêma Kurdistanê û pêvajoya kongreya DEM Partiyê ji bo Rûdawê rave kiriye.

Bakırhan ji bo peyamnêrê Rûdawê Şevket Herki ragihandiye ku ji bo pêvajo bimeşe divê Öcalan bi awayekî çalak di nav pêvajoyê de be, di zûtir wext de dezga aştiyê û siyasîbûnê bê avakirin.

Bakırhan, ragihandiye ku di dagera pêvajoya endamên PKKê de divê hukumeta Herêma Kurdistanê rolekî girîng bigre aliyê xwe ji ber pêvajo ji aliyê hûqûqî, îdarî, lojîstîk û mirovî de Erbîlê, Ankara û Silêmaniyê eleqedar dike.

Bakırhan, ji bo Sûriyê ragihand ku divê diyaloga navbera Kurdên Rojava û Sûriyê bê destek kirin û di diyalogê de wê hem Kurd û hem jî Şam li karê bin.

Di nav hevpeyvîna bi Bakırhan re fikra girîng ya ku behsa wê kiriye, yek ji wan fikra Öcalan ya di derbarê Herêma Kurdistanê de ye. Bakırhan behsa heyeta İmraliyê ku seredana Öcalan kiriye de dike, pêşniyarên ku Öcalan ji heyetê re gotiye, ew dikare fikrên Öcalan di nav 4 xalan de bicivîne:

1.Divê perçebûna di navbera Erbîl û Silêmaniyê de biqede. Pirsgirêk di çarçova qaîdeyên demokratîk de çareser bibin û hukumetekî navendî ya Kurdistanê ava bikin.

2.Hukumeta herêmê ya bê avakirin, divê temamê hêzan û pêkhateyan di nav de bin. Ji ber perçebûn herêmê ji bo êrîşan dike sehayekî qels.

3.Divê Îran di serî de êrîşên ser Silêmaniyê û Erbîlê û yên ser Herêma Kurdistanê bide rawestandin û dawiyê li îdaman bîne.

4. Divê Îran mafên Kurdan nas bike û bi awayekî demokratik xwe nêzî mijarê bike. Divê Tirkiye di vê pêvajoyê de rolekî erênî bileyîze. Eger Îran di siyaseta xwe ya êrîşê de guherîn neke, îdaman ranewestîne, li ber Kurda ti çare nahêle ku divê Kurd bi riha yekîtiya netewî xwe biparêzin. Divê Kurd di mijarê de bê ku bibin qiloçê ti kesî, divê vêya bi îrada xwe bikin. Heya niha tewrê partiyên Kurdên Îranê jî bi vê tewrê bû ye. Divê Îran vê rastiyê bibîne û li gor vê rastiyê tevbigere.

Bakırhan, li ser kongra DEM Partiyê ku di 6ê êlûnê de bêkirin jî gotiye ku kongre ji aliyê kadroyên nûh yên partiyê de ku derên ortê girînge, bi bicîhanîna yasayê re wê Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ û gelek kesên din tevlî siyasetê bibin û kesên ji sirgûnê dagerin hene ku tevlî siyasetê bibin.