PeyamaKurd – Li welatê Somaliyê li bajarê Galkayoyê li ber stadyûmê êrîşeka bombeyî pêk hat û di encamê de 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Berya êrîşê konwoya serokwezîrê Somaliyê Muhammed Huseyin Roble di ciyê bûyerê de derbas bûbû.
Di nava kuştiyan de, di asta bilind de leşker jî hene. Tê gumankirin ku rêxistina Eş-Şebabê êrîşê kiribe. Rêxistin başûrê welat di destê xwe de digre û êrîşên mezin li her derê pêktîne. Eş-Şebab di sala 2004 an de hatibû damezrandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin