PeyamaKurd - Parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê lijneyek hevbeş pêkanîn, bo pêdeçûn li ser projeyasaya çaksaziyê bikin û rêbikine parlamentoyê bo bê pejirandin.
Li gor zanyariyan hikûmet roja 15.09.2019an projeyasaya çaksaziyê dê rêbike parlamentoyê û di heyama du mehan de deng dê li ser bê dayîn.
Endamê lijneya pêdeçûnê bo ser projeyasaya çaksaziyê Mihemed Seidedîn ji basnewsê re ragehand, hikûmet projeyasa rêkiriye wezaretan bo pêdeçûnê û pêşkeş kirina pêşneyarên xwe.
Mihemed Seidedîn ragehand, piştî temam kirina pêdeçûnê li ser proye yasayê, wezaret dê pêşneyar û têbiniyên xwe pêşkeşî hikûmetê bikin û piştre jî hikûmet projeyasayê dê rêbike parlamentoyê.
Projeyasaya çaksaziyê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatiye amade kirin. Di dema borî ya parlamentoyê ji ber milmilaneya aliyên siyasî nehate pejirandin û di vê dema nû ya parlamentoyê de, hemû aliyên siyasî li gel pejirandina projeya hikûmetê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin