PeyamaKurd - Danişîna doza Selahattîn Demirtaş li Sincan a Enqerê destpê kir. Demirtaş bi Kurdî dest bi parastina xwe kir û piştre bi Tirkiyê berdewam dike.
Di axaftina xwe ya bi Kurdî de Demirtaş diyar kir ku wî dixwest kurdiya xwe pêştir bixe û hemû parastina xwe bi Kurdî bike û got, "Her wisa, ez dubare bangî hemû gelê me dikim ku li zimanê xwe xwedî derkeve û ez careke din vê feraseta qedexeker nalet û şermezar dikim."
Demirtaş di berdewamê de destnîşan kir, ji bo AKP di hilbijartina 24ê Hezîranê de bi ser bikeve daxwaza wî ya tehliyekirinê hatiye redkirin û wiha pê de çû: “Ji bo AKP hilbijartinê qezenc bike, we ez di hundir de hiştim. Di hucreyekê de min xebata hilbijartinê kir, hûn bûn sebebê vê. Ji ber ku ez di hundir de bûm, AKPê hilbijartin qezenc kir.”
Demirtaş di parastina xwe de rexneyên tund li dadweriya Tirkiyê girtin ku li ser daxwazên siyasî biryara berdana wî ya DMMEyê red kirine û bi ser de jî bi delîl û şahidên veşarî yên derewîn ew ceza kirine.
Selahattîn Demirtaş ji heyeta dadgehê re got, “Helbet dê rojekê deshilatdarî biguhere û ev plangeriya siyasî derkeve holê. Dê tiştên ku we kirine derkevin holê. Min got ku yê pala xwe bide qral dê bikeve. Ev dinya ji Siltan Silêman re nemaye, ma wê ji Erdogan re bimîne.”
Demirtaş ji heyeta dadgehê û dadwer xwest, ji ber ku biryara girtin û darizandina wî hemû siyasî ye, ji doza wî xwe vekişînin.
Dê parastina Demirtaş a dadgeha Enqerê ku hemû dozên wî tê de hatine komkirin, sibe 13ê Kanûnê jî berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin